• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Çîn: Ewê Emrîqa bedêla xetaya xwe  bide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zîyaretkirina Nancy Pelosîya Serokê Meclîsa Temsîlkarên ya Emrîqayê û lijneya ku bi 5 kesan sazdibe û bi wê re bûn li Taywanê kir, di naverbera Çîn-Emrîqayê de  bû sedema rageşî û gengeşîyê.

Nîcholas Burnsê Sefîrê Çînê yê Emrîqayê, ji Wezareta Karên Derve ya Çînê re hat bangkirin.

Li gorî ajansa fermîya Çînê ya Xinhuayê, Xîe Fengê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Çînê, di hevdîtinê de “bi qewet” bertek nîşan da.

Hat destnîşankirin ku wezîr ji sefîr re got ku “Ewê Emrîqa bedêla xetaya xwe bide” û ji sefîr re got ku ev pirsgirêkên ku ev zîyaret bûye sedem, ji bona ku vegere paşpêkî bang kir ku bila Washington dest bi hereketê bike.

Hua Chunyingê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê jî weha got, “Emrîqa, ew ê bedêla hindik dîtina menfeatên ewlehîya mafên serbixwe yê Çînê bide û wê mesulîyetê li ser xwe bar bike.”

John Kirbyê Berdevkê Pentagonê jî got ku gerek zîyareta Pelosîyê nevegere krîzek e.

Kîrby, derheqê berteka leşkerî ya bireveberîya Pekînê de jî axivî û got ku “Ewê Emrîqa rapêşîya hêz ya leşkerî nîşan nede.”

Çîn, li Taywanê bi çavê welateke cuda nanêre û li wê derê jî ‘erdê xwe dihesibîne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir