HUDA PAR: Emrîqa here li ku, bi xwe re xwîn û hêsiran dibe
Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê, li avahîya Serokatîya Bajara Êlihê yê Partîya xwe derheqê rojeva derve de daxuyanî da.
Ramanli, di daxuyanîya ku belav kir de derheqê zêdebûna rageşî û gengeşîya li Iraqê û Tunusê de nirxandinan kir.
Rageşî û gengeşîya ku li Iraqê zêde dibe
Ramanli di daxuyanîya xwe de wê êrîşa ku çend rojên berê li bajara Zaxoya Iraqê li sîvîlan hatibû kirin û di encama wê êrîşê de jî 9 sîvîl hatibûn qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûbûn bi bîr anît.
Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekir ku Alema Îslamê ya ku bû çend sal e tê de xwîn tê herikandin, her roj êş û kulekî nû dide jîyankirin û daxuyanî weha berdewam kir, “Her cihê ku wan emperyalîstan dehlê li wê derê bûye, herbên wekîlî û kuştina birayan jî bi xwe re tîne. Iraq ji wan ‘erdên ku ew ê herî zêde ji vê musîbetê zirarê dibîne ye, Kurd jî ji wan xelqên ku herî zêde xwîna wan hatîne rijandin e. Ev êrîşa ku li Iraqê hatîye kirin mitleqe bi her alî bê tehqîqatkirin, bê eşkerekirin û mesulên wan jî bê derxistin holê.”
Ramanli di berdewama daxuyanîyê de weha got, “Piştî meseleya Zaxoyê Konsulxaneya Musulê ya Tirkîye hatîye hedefgirtin, li nêzê konsulxaneyê re roket hatine avêtin. Herdû êrîş jî meseleyên necis in û lazim e ku mitleqe faîlên wan bên dîtin. Çek û pevçûn rêya lêgerîna mafê nîne. Îro di van ‘erdên ku di demên borî de ala Îslamê bi edaletê hatîye pêldan de xeyn ji xwîn û histêrkan alternatîfek dinê jî heye. Ev rêya jî di hiqûqa biratîyê de derbas dibe. Gerek cudayîyên ku pişta xwe dide mezheb û etnîkîyê, nebe qedera erdnasîyekî û gerek devê emperyalîstan jî biav neke. Yekîtîya unsûrên bingehîya ev erdnasîyê, ew ê têkilîyên gelek bi qewet çêbike ku ew ê ji tu provaqasyonê re rê nede.”
“Xelqê Tunusê gerek li hember dîktatortîya ku tê xwestin bê avakirin xwedî li îradeya xwe derkeve”
Ramanli, derheqê referandûma li Tunusê de van nirxandinan kir:
“Li Tunus a ku bi salên zêde bi dîktatortîyê tê birevebirin, di piştî demeke ku bi ‘Bihara Erebê’ hat derbaskirin de rejîmeke ku bi dîktatortîya laîkî tê avakirin.
Serokkomar Kays Saîdê ku pêvajoyeke derbeyê ya bi xuyayê sîvîlî yê bi alîkarî û midexeleya hêzên hinek herêmî û kurewî îdare dikir, di 2021an de parlamentoyê fesh kiribû. Kasy Saîdê ku bi tevî qerarnameyên ku derxistîye him desthilatîyê xwe fireh kirîye û him jî karîna rêvebirinê girêyê xwe kir, merca qanûndanînê da sekinandin û di 25ê Tîrmehê de welêt bir referandûma Makeqanûnîyê.
Di makeqanûnîya ku teqdîmê refeandûmê hat kirin de, meddeya ‘Dînê Tunusê Îslam e’ hat derxistin û ji cihê wî re ‘Tunus parçeyeke neteweyê Îslamê ye’ hat bicihkirin. Xeyn ji vê maddeyan di makeqanûnîyê de qeweteke ku nayê pirsyarkirin û fireh jî ji Serokkomarê re tê dayîn.
Ji referandûmê re beşdarbûn, digel qerara boyqotkirina hema hema hemû partîyên sîyasî gelek hindik bû. Di referandûmê de, ji hilbijêran sedî 27,54an tenê hatin ser sindoqê û rayên xwe avêtin. Ji sedî 94,6 ê ku çûnê ser sindoqê ji makeqanûnîya nû re gotine ‘erê’. Lê bawerkirina ji ewlehîya encamên referandûmê ê ku di nav demeke êrîş û xweferzkirinên sîyasî de hatîye kirin re saye ketîye ser. Encama ku derketîye ji encamên hemû makeqanûnên derbe re yek bi yek wek hev derketîye.”
Ramanli di berdewama daxuyanîya xwe de got Tunusa ku cihê derketina ‘Bihara Erebê’ ye, hemû tiştên ku derheqê mafên bingeh û azadîyê de bidestxistîye yek bi yek winda dike û li hember rejîmeke dîktatorîya nû ye, Ramanli gotina xwe weha dawî kir, “Pêvajoya ku berdewam dike, ji bona xelqê Tunusê ji travma, êş û kederên nû re afiz e û pêvajoyeke wisaye ku rast e rast nasnameya Îslamî tê hedefgirtin. Di makeqanûna ku tê qalkirin de, derxistina meddeya ‘Dînê Tunusê Îslam e’ jî ev tişt nîşan dide. Mesele ne bi tenê Tunus e, bi tevî Tunusê kes û sazîyên wesayet û kedxwarîyên kurewî, bi destê hevkarên xwe yên mehellî perçeyek micadelekirina sekulerîya a li ser erdniyazîya Îslamê ye. Xelqê Tunusê gerek li hember dîktatortîya ku tê xwestin bê avakirin, bi tevî parastina yekîtî û bi hevreyîya xwe yê meşrû û bi metodên sîvîlî xwedî li îradeya xwe derkeve.” (ÎLKHA)