• DOLAR 32.501
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2434.039
  • ...
Li Pakistanê helîkoptereke leşkerî ket xwarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pakistan, daxuyand helîkoptera ku doh winda bûbû û 6 endamên artêşê tê de bûn ketîye xwarê.

Hat destnîşankirin ku helîkoptera ku ji Belucistanê diçû Karaçîyê li herêma Lasbelayê ket xwarê.

Li gorî daxuyanîya ku ji artêşa Pakistanê hat daxuyandin, di encama qezayê de 6 personelên leşkerî ên ku di nav wan de Korgeneral Sarfaraz Ali jî heye canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku helîkopter doh ji bona herêma ku fealîyetên alîkarîyê dihat kirin zîyaret bike firîyabû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir