• DOLAR 32.2
  • EURO 34.838
  • ALTIN 2442.794
  • ...
Li Iraqê protestoyan bi dawî bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî derketina aligîrên Muqteda Sadr li kuçeyên Bexdayê a paytexta Iraqê Koma Koordînasyona li Hemberê Koma Sadrê jî derketibûn derve.

Li ser bang kirina Kays el-Hazlîyê Serokê Asaîba Ehlê Heq ku di Koma Koordînasyonê de ye alîgirên Koma Koordînasyonê protestoyên xwe bîdawî kirin.

El-Hazlî, di banga xwe de weha got, “Ez piştî tijebûna kuçeyan ji we dixwazim ku vegerin malên xwe.”

Alîgirên Komîsyona Koordînasyona Parastina Sazîyên Dewlet û Alîkirina Meşrûîyetê yê ku girêdayê Koma Koordînasyonê ye, di seatên 17.00an de li nêzê pira hilawistîya li Bexdayê kom bûbûn û li alîyê Herêma Kesk meşîyabûn.

Li ser banga Koma Sadrê, alîgirên Sadrê ku bi tevî Koma Koordînasyonê derketibûn derve û li çar alîyê welat protestoyan dikirin wan protestoyên xwe bê şer û bê bûyer dawî kirin.

El Îrakî jî ji alîgirên Sadrê re sipasîyan kir û weha got, “Piştî kirina nimêja êvarê vegerin malên xwe ji kesên ku li avahîya meclîsê çalakîya rûniştinê dikin re dia bikin.”

Protestoyên alîgirên Muqteda Sadrê yê li avahîya meclîsê hêj berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir