• DOLAR 32.258
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2401.248
  • ...
Li Keşmîrê xanî hilweşîya: 10 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li herêma Tatta Panîya Keşmîrê ku di bin kontrola Pakîstanê ye de baraneke zêde barî û ji ber baranê xanîyek jî hilweşîya.

Di encama hilweşînê de ji xanîya ku 13 kes tê de bûn re ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihîştin cihê meseleyê dest bi xebatên xwe kirin û di encama xebata ekîban de 5 jê zarok 2 jê pîrek tevde 10 kes bi mirîtî ji bin enqazê hatin derxistin û 3 kes jî birîndar hatin derxistin û dûre hatin şîyandin Nexweşxaneyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir