• DOLAR 32.172
  • EURO 35.263
  • ALTIN 2468.534
  • ...
Filistînîyê pîr ê ku di êrîşa îşxalkerên sîyonîst de birîndar bûbû şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huseyîn Kavarîk'ê 60 salî ku li bajaroka Avrata'yê rûdinişt, berê duçarî êrîşa îşxalkerên sîyonîsta biçek bûbû. Zilamê ku dihat tedawîkirin bi tevî midexaleyan wefat kir.

Li gor agahiyên şahidan, dema îşxalkeran gule berdidan wî kesî, ew li kolanan şûşeyên vala dida hev. Di encama guleberdanê de ew birîndar bû. Li gor çapemenîya sîyonîstan hêzên îşxalê zen kirine ku ew zilam hazirîya avêtîna kokteyla molotofê dikir.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku, piştî bûyerê hêzên îşxalê cihê kontrolê leşkerî ya Huwara'yê ji trafîkê re girtin. Di heman demê de nehiştin ku ambûlans û ekîbên tendirustiyê bigihêjin alîkariya zilamê birîndar. Loma ji rewşa birîna wî tu agahiyek nedihat bidestxistin.

Li derdora Nablus'ê 8 cihên kontrola leşkerî ya sabit a îşxalkeran hene. Bi tevî vana carinan cihên demborî jî tê sazkirin. Ji Filistînîyên ku gerek ji vir derbas bibin pir te'de, êrîş dibînin û pir kes jî bi îddîayên lêgerîne tên desteserkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir