Li Iraqê xwepêşandêran di ser herêma parlementoyê de girtin
Hat ragihandin li Iraqê xwepêşandêrên ku terefdarên Muqteda es-Sadr di ser herêma parlementoyê de girtin û blokên betonî xera kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwepêşan ji ber namzedîya Muhammed Şîya es-Sûdanê dest pê kirin. Xwepêşandêrên ku daketin kolanan berê xwe dan “Herêma Kesk” a ku lê avahîya parlementoyê jî heye û di ser wir de girtin.
Xwepêşandêr daxwaz dikin ku parlemento bê fesihkirin û ji nû ve hilbijartin bên kirin.(ÎLKHA)