• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî erîşa Zaxo'yê lomand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ji teref Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve hat kirin de werê hat gotin, "Endamên Konseya Ewlekariyê êrîşa ku li Duhok'a Iraq'ê di 20'ê tirmehê 2022'an de pêk hat bi zimanekî tund şermezar dike. Di encama êrîşê de tevî zarokan 9 sîvîl mirin. Endamên Konseya Ewlekariyê sersaxî ji malbatên mirîyan, ji hikumeta Iraq'ê û Kurdistan'a Başûr re da, ji birîndaran re başbûnek lez û tam daxwazkirin û ji bo tehqîqetê piştgirî dan hikumeta Iraq'ê."

Li navçeya Zaxo'ya Duhok'ê ku wilayeta Iraq'ê ye di tarîxa 20'ê tirmehê de di êrîşa hatibû kirin de tevî zarok 9 kesan miribûn, herî kêm 30 kesan jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir