• DOLAR 32.306
  • EURO 34.838
  • ALTIN 2408.781
  • ...
Serîlêdana tayîna mamosteyan di 25'ê Tirmehê de dest pê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Salnameya 2022'an a veguheztina mamosteyên bikadro ji teref Wezareta Perwedehîyê ve di 3'yê Hezîranê de hatibû weşandin.

Li gorî vê yekê, serlêdanên ji bo veguheztina nav parêzgehan ji ber karê dilxwazî ​​û mecbûrî di navbera 25-29'ê Tîrmehê de wê werin kirin û encam jî wê di 1'ê Tebaxê de bêne weşandin.

Ji 31'ê Kanûnê pê ve, li parezgeha ku serlêdanên veguhestinê lê têne kirin, di heyama xebatê ya sê salan were xwestin. Lê belê mamosteyên ku li van bajarên; Stenbol, Semsûr, Agirî, Erdexan, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Diyarbekir, Erzincan, Erzirom, Entab, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Rıha û Wan'ê de nexebitîbin û tayîna xwe ji van bajaran re bixwazin şerta heyama xebatê ya sê salan nayê xwestin. Serîlêdanên ku di vê çarçoveyê de têne kirin, piştî tayîna mamosteyên heyama xebatê ya sê salan xelas dibe saziyên perwerdeyê yên ku kesek nehatiye tayînkirin li ber çavan digirin û tercîhan li gorî bingeha serdestiya puanên xizmetê were çêkirin. Di rewşa wekheviya puana xizmetê de, pêşî dê ji kesên ku di mamostetiyê de wextê wan zêdetir e û yên ku berê dest bi mamostetiyê kirine re bê dayîn û di rewşa berdewamiya wekheviyê de mamosteyê ku tê tayînkirin wê bi pişkavêtina li ser kompîtirê ve were diyarkirin. (İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir