• DOLAR 32.896
  • EURO 35.341
  • ALTIN 2462.076
  • ...
Li Edene'yê operasyona narkotîk: 18 binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser talîmata Serdozgeriya Komarê ya Edene'yê, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê li dijî tiryakfiroşan operasyon li dar xistin.

Ji bo girtina şikbarên ku der barê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn bi desteka polîsên tevgera taybet li 27 navnîşanên ku ji berê hatibûn diyarkirin operasyon hat lidarxistin.

Polîsan deriyên malan şikandin û bi kûçikê xwe yê narkotîkê jî lêgerîn kirin.

Di operasyonê de gelek tiryak, terazûya hessas, 5 tivingên nêçîrê yên bê ruxset û 31 fîşek hatin bidestxistin.

18 şikbarên ku di çarçoveya operasyonê de hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê ya li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê hatin birin midûriyeta polîsan.

Polîs ji bo girtina 10 gumanbarên ku li navnîşanên xwe nehatin dîtin xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir