• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Li Stenbolê tehqîqata teşebûsa çalakîyê yê li rejîma îşxalker: 3 girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Stenbolê ve hat kirin de, 3 kesên ku Îranî ne û amadehîya çalakîyê dikirin ji teref dadgeha ku hatin sewqkirin ve hatin girtin û şîyandin girtîgehê.

Bi tevî şikdaran 3 heb demençe, 2 heb lazerên ku bi çekan ve tê girêdan, 3 heb dengbir û gelek gule hatin bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku di çarçoveya tehqîqatê de, di encama operasyona ku di 17ê Hezîranê sala 2022yan de 5 şikdarên Îranî hatbûn qefaltin, di 29ê Hezîranê de jî hatin sewqê dadgehê û li vê derê jî derheqê kesek de qerar hat dayîn ku derketina derveyê welat ji wên re qedexeye û hat berdan, derheqê 4 şikdarên dinê de jî qerara girtina wan hatibû dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir