• DOLAR 32.54
  • EURO 34.912
  • ALTIN 2442.394
  • ...
Sarokê Giştî yê HUDA PAR'ê Yapicioglu: Berpirsiyarên êrîşa Zaxo kî bin bila bên eşkerekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekeriya Yapicioglu der barê êrîşa li gundê Perex a Birêveberî Herêmî ya  Kurdistana Iraq (BHKI) ya li bejahiya bajarê Zaxoyê ku di encamê de 9 sivîl mirin û gelek kes jî birîndar bûn de ji ÎLKHA'yê re nirxandinan kir.

Yapicioglu ji bo sivîlên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane rehmeta Xwedê, ji xizmên wan re jî sersaxî, ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.

Yapicioglu diyar kir ku ev êrîş bûyereke "wehîm" û "menfûr" e û bi bîr xist ku derbarê êrîşê de îdiayên cuda hene.

"Berpirsiyarên êrîşa Zaxo kî bin bila bên eşkerekirin"

Yapicioglu diyar kir ku di êrîşê de sivîlên ku zarok jî di nav de hebûn hatin qetilkirin û gotina xwe werê domand, "Em vê qetlîamê bi tundî şermezar dikin, ji kê, ji bo çi armancê û bi çi awayî dibe bila bibe. Divê her kes bi erka xwe ya ji bo eşkerekirina rastiyê bi hemû aliyên xwe ve bike."

Yapicioglu, diyar kir ku di êrîşê de yên bi giranî birîndar bûne jî hene û dua dikin ku hejmara miriyan zêde nebe û dewama daxuyaniyê de werê got: "Divê kiryar û berpirsiyarên vê êrîşê bên eşkerekirin û wek heq dike bên cezakirin."

"Eger edalet bi ser bikeve, wê herêma me ji van pevçûnan xilas bibe û tiştên wiha dubare nabe"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got:

"Heya ku pêvajoya pevçûnê berdewam bike, çiqasî kes naxweze jî mixabin mirina sivîlan çêdibe. Bêguman ev pevçûnên ku jê re dibêjin 'şer', ne şerê mirovên bêguneh ên ku di şer de mirine an jî zirar dîtine ne. Ger pevçûn û çek weke rêbaza daxwaza mafan bên qebûlkirin, heta ku ev yek bê qebûlkirin, eger neyê xwestin jî dibe ku piştî vê jî bûyerên bi vî rengî rû bidin. Eger edalet bi ser bikeve, her kes bixwaze mafê xwe qebûl bike, eger bi îrade, bi wijdan û piçekî jî wêrek be ku mafên kesên din nas bike, ez bawerim ku herêma me dê ji van nakokiyan rizgar bibe û tiştên wiha dubare nebin. Lê mixabin heqîqeta her kesî li gorî xwe heye û carna jî li kesên ku ji bo bigihêjin heqîqeta xwe, bigihêjin nuqteyeke diyar mirovan qurbanî îdeolojiya xwe bikin digerin. Hin kes ji bo ku serdestiya xwe misoger bikin kuştina mirovan, herçiqas sivîl bin jî wek mafê xwe dibînin, heqqê bo sakkirina bûyerê bi qilfa qezayê ji xwe re dibînin. Ger siyaset ne mirovatî be, çi siyaseta derve be, çi siyaseta navxweyî, di navenda wê de mirov tunebe û mirovan ji armanca pêkanîna edaletê dûr bixe, wê demê êş tê jiyandin û zindî tê hiştin. Piraniya bindestan jî sivîlên bêguneh in." (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir