Li Çînê bahoz: 1 mirî, 25 birîndar
Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Jîangsuya Çînê bahoz tesîrdar bû û ji ber bahozê kesek canê xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidesxistin li bajara Lîanyunganga ku girêdayê wîlayeta Jîangsuyê ye bahoz tesîrdar bû.
Di encama bahozê de dar, qamyon û dîrekên li ser rêyan qelibîn, banê xanîya firîya û camê hinek avahîyan jî şikîyan. Di ‘erdên zîreatê de jî zirarên mezin pêk hat.
Hat diyarkirin ku 2 hezar û 272 kes ji bahozê tesîrdar bûn, kesek canê xwe ji dest da û 1 jê giran 25 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)