Di qezayan de 67 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu diyarkir ku, di betlaneya ‘Eyda Qurbanê de 67 kes jiyana xwe ji dest dan.
Wezîr Soylu daxuyaniyek ku li ser hesabê xwe yê Twitterê de werê got:
"Di betlaneya giştî ya navbera 7-18 Tîrmehê de li seranserê welêt di 53 qezayên trafîkê de 67 kes mirin. Li gorî betlaneyên 9-10 rojên 10 salên dawî qezayên kujer ji sedî 56, jiyana xwe ji dest dane ji sedî 54, birîndar ji sedî 24 û qeza jî ji sedî 17 kêm bûne. Armanca me sifir qurbaniyên trafîkê ye." (İLKHA)