• DOLAR 32.974
  • EURO 35.315
  • ALTIN 2467.089
  • ...
Cotkaran di bin 45 pileya germê de micadeleya jîyanê didin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên ku debrê genim qedandin, mehsûlê duyemîn li ‘erdên xwe diçînin. Cotkarên Êlihê, gotin ku ew piştî debra genim li ‘erdên xwe cara yekem cehan diçînin.

Sîraç Cengîzê ku li gundê Girê Sîran a girêdayê navenda Êlihê cotkarîyê dike, qal kir ku ew berîya ceh genim diçîne ‘erdê xwe.

Cengîz diyar kir ku piştî çinîna genim ji bo silê ceh diçînin û weha berdewam kir, “Îsal cara ewil me cehê 90 rojî wek berhema duyemîn çand. Ji ber vê yekê cehê ku em diçînin dê bibe cehê normal. Em îsal cara yekem diceribînin. Ji ber ku ew yekem e, em nizanin ka dê di 90 rojan de bigihîje an na. Ger ne wisa be em ê ji bo heywanan wek sîle serjê bikin.”

Cengîz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ew îsal ji randimanê memnûn in û axavtina xwe weha dawî kir, “Ji ber ku ‘erdê me biav bû em ji randimana genim memnûn bûn. ‘Erdê me di navbera 500 û 800 tonî de randiman girt ji genim. Fîyet jî başbûn lê mazot baha bû. Ji ber ku ‘erdên me biav in em motorên biav dişxûlînin. Em wek gundên dinê ji qenalan nikarin avê bigrin. Ji ber ku me hemû avdayîna xwe bi mazotê kir gelek pirsgirêkan kişand. Daxwazîya me ji hikumetê ev e ku bila mazotê erzan bikin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir