• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Serokwezîrê Iraqê Kazimî bi Serokê Emerîkayê Bîden re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di navbera danişînan a Lûtkeya Ewlehî û Geşepêdanê ya Ciddeyê de bi Serokê Emerîkayê Joe Bîden re civiya.

Serokwezîrtîya Iraq'ê di derheqê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin, "Her du alî li ser çend mijarên navçeyî niqaşkirin û ku peywendiyên di navbera Iraq û Emerîkayê de li ser esasê berjewendiyên hevbeş, ji bo serwerî, yekparçeyiya ax, ewlehî û aramiya Iraqê û bihêzkirina hevkariyên dualîyê re hevdeng bûn."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kazimî û Bîden di hevdîtinê de li ser gelek mijarên herêmî jî şêwirîn. di daxuyaniyê de ev hat destnîşankirin, "Serkirdeyan ku li ser peywendiyên Emerîka û Iraq'ê li ser esasê berjewendiya hevbeş a serwerî, yekparçeyiya axa Iraqê, ewlehî û aramiya Iraqê ye û pêbende bi bihêzkirina hevkariyên dualî bo berjewendiya her du welatan ve hevdeng bûn."

Di berdewama daxuyaniyê de werê hat gotin, "Herwiha aliyan tekezî li ser giringiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin ku rêz li îradeya gelê Iraqê û demokrasî û serxwebûna Iraqê bigire. Serok Bîden tekezî li ser giringiya wê yekê kir ku Emerîka giringiyê dide Iraq'eke Herêma Kurdistana Iraqê jî di nav de bi îstîqrar, yekgirtî, serwerî, pêşkeftî ye. Serok Bîden her wiha pêşwaziya 'însiyatîfa Serokwezîr Kazimî ya ji bo komkirina Erebistana Siûdî û Îranê ji bo hevdîtinên li Bexdayê kir. Serok pêzanînên xwe ji bo dîplomasiya pêşwext ya serokwezîr ji bo berjewendiya herêmek ewletir û aramtir nîşan da."

Kazimî tekezî li ser pabendbûna Iraqê kir ji bo wergirtina destpêşxeriyên ku cîran û dostên xwe bigihînin hev ji bo dîtina çareseriyên herêmî ji bo kêşeyên navçeyî û bidestxistina îstiqrara berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir