• DOLAR 32.576
  • EURO 34.983
  • ALTIN 2447.426
  • ...
HAMAS: ‘Erdê ku ji Emrîqayê re ji bona avahîya sefaretîyê hatîye tehsîskirin aîdê Filistînîyan e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nasiruddîn, di piştî hatina Joe Bîdenê Serokê Emrîqayê li ser ‘erdên ku hatine îşxalkirin de daxuyanîyan belav kir.

Di daxuyanîya Nasiruddîn de hat destnîşankirin ku li gorî qeydên berê û qeydên fermî, wê ‘erdê ku ji bona avahîya sefaretîya Emrîqayê hatîye cûdakirin bi temamî yê Filistînîyan e û gerek wê plana înşeatê bê betalkirin û wê ‘erda ku tê qalkirin jî ji Filistînîyan re bê îadekirin.

Nasiruddîn, di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ku rejima îşxalker a sîyonîst bi ‘Qanûna Milkên Winda’ yê neheq dest dide li ser ‘erdan.

Nasiruddîn di daxuyanîya xwe de weha got, “Ev Qanûn, rûyê gemar yê polîtîkaya nîjadî ya rejima îşxalker a sîyonîst e. Bireveberîya Emrîqayê, bi girtina vê ‘erdê ji rejima îşxalker û lêkirina avahîya sefaretîyê yê li Qudsê ji dizîbûn û neheqîya ku tê kirin re dibe hevpar. Di navbera wan kesên ku wê bi qanûna nîjadî dest hatîye dayîn li ser ‘erdên wan de Filistînîyên ku niha welatîyên Emrîqayê ne jî hene.”

Di dawîya daxuyanîya nasiruddîn de hat îfadekirin ku wan malbatên ku dest hatîye dayîn li ser ‘erdên wan di pêvajoya Nekbe (îşxala 1948)yê de bi zorîtîyê ji nav malên xwe hatine derxistin û di sala 1950 de ji malên wan yên taybet re bi hiqûqî dest hatîye dayîn in û ew ji sazîyên heqên însanî jî ji bona ku wan ‘erd û milkên taybet ên Filistînîyan ji wan re bê dayîn wezîfeya ku bi wan dikeve bikin bang dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir