Li Qazaxistan'ê mînîbûsa ku şîfêrê wî raketibû qeza kir: 8 mirî
Li Qazaxistan'ê di encama lihevketina mînîbûs û qamyonekê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Qeza li bajarê Karaxandîya Qazaxistanê pêk hat.
Li gor agahiya polîsên herêmê, li ser rêya Almatî-Yekaterînbûrgê mînîbûsa rêwîyan a ku 17 kes tê de bûn, li qemyonekê qelibî.
Di qezayê de 8 kesan mirin, 9 kesan jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya polîsan, qeza di encama di xew de mayîna şîfêra kamyonê de bûye.
Derbarê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)