• DOLAR 32.564
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2449.447
  • ...
Ji bo hatine Bîdenê yê li Filistînê bangên protestoyê tên kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Joe Bîdenê Serokê Emrîqayê, ew ê îro bê ‘erdên Filistînê yê ku hatîye îşxalkirin û roja Înê jî bi Mahmud Abbasê Serokê Bireveberîya Filistînê re li Beytullahîmê hevdîtinek bike.

Çalakîsazên Filistînî yên ku ji hatine Bîdenê re bertek nîşan didin, ji bo protestoyên xwe yên ku li Ramallahê tertîp bikin bangan dikin.

Mahmud Abbasê Serokê Bireveberîya Filistînê, ji bona ku Joe Bîdenê Serokê Emrîqayê pêşwazî bike hefteya borî bi Benny Gantzê bi gotin wezîrê rejima îşxalker re hevdîtin kiribû.

Bîden, herî dawî di Adara 2016an de bi Barack Obama re hatibû Filistînê, sîyonîstên îşxalker ku ji ev hatinê cesaret girtibû bang kir ku ew ê li Qudsa ku hatîye îşxalkirin ji bona şênîyên îşxalker 108 xanîyên dinê jî lê bikê.

Dahûrînerên sîyasî jî dibêjin ku ev zîyareta Bîdenê berdewama projeya ‘Mitebeqeta Sedsalî’ yê ku di zîyareta Trumpê de hatibû îmzekirin e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir