Rusya bi fûzeyan êrîşî Harkîvê kir
Ji teref Rûsyayê ve êrîşa bi mûşek li bajara Harkîvê hat lidarxistin.
Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bênavber berdewam e, li gorî agahîyên herî dawî yên ku hatine wergirrtin Rûsya bi mûşekan êrîşî bajara Harkîvê kir. Di encama êrîşa ku hat kirin de 7 kes birîndar bûn.
Tê diyarkirin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li wê cihê ku fûze îsabetî kiriye berdewam dikin.(ÎLKHA)