• DOLAR 32.588
  • EURO 35.264
  • ALTIN 2466.383
  • ...
Gel ji xebatên qurbanê yên Weqfa Karwana Hêvîyê razî û kêfxweş e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber kar û xebatên qurbanê yên ku ji teref Weqfa Karwana Hêvîyê ve hatine kirin gel razî û kêfxweş e.

“Em dikarin bi dilekî rehet qurbanên xwe bispêrin Weqfa Karwana Hêvîyê”

Welatîyê bi navê Wedat Koçak ê ku qurbana xwe da weqfê da ku bê serjêkirin derbarê mijarê de wisa axivî: “ Hemd ji Xweda re heta niha tu problem derneket. Ji ber ku em xebatên weqfên yên li nava welêt û derveyî welêt taqîb dikin em pê bawer in em bi dilekî rihet dikarin qurbanên xwe bispêrin wan. Em dizanin ku ew ê goştên qurbanên me bi wasitaya weqfê bigihijin kesên muhtaç.”

“Memnûnîyet pir muhîm e, ji ber ku em ji weqfê memnun in Xweda nesîb bike em ê di salên pêş de jî qurbanên xwe bidin weqfê”

Welatîyê bi navê Ozdemîr Atîk ê ku destnîşan kir ew cara ewil e ku qurbana xwe bi wasitaya Weqfa Karwana Hêvîyê dide serjêkirin derheqê mijarê de wisa axivî: “Ez ji xizmeta ku tê kirin pir memnûn im, a rastî min bawer nedikir xizmet ew qas baş be.  Min bi saxîya hevalê xwe navê xwe da nivîsandin, hinek tereddudên min hebûn; lê rast derneketin. Xweda ji temamê kesên ku keda wan di vê xebatê de heye razî be. Memnûnîyet pir muhîm e, ji ber ku em ji weqfê memnun in Xweda nesîb bike em ê di salên pêş de jî qurbanên xwe bidin weqfê.”

Welatîyê bi navê Cengîz Kiliç jî derbarê mijarê de destnîşan kir ku ew ji xizmeta ku di warê serjêkirina qurbanan de tê dayîn razî ye.(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir