7 Dihokîyên ku hewl didan ji rêyên qeçax derbasî Îtalyayê bibin li Lîbyayê winda bûn
Hat ragihandin 7 Dihokîyên ku berî vê 20 rojan hewl dan ji rêyên qeçax derbasî Îtalyayê bibin li Lîbyayê winda bûn.
Ji 7 xortên ku winda bûn xeber nayê standin. Malbatên 7 xortên ku winda bûne destnîşan dikin zarokên wan herî dawî peyam şandine û destnîşan kirine ku ew li Lîbyayê ne.
Malbat ji rayedaran daxwaz dikin ku ji bo dîtina lawên wan ji wan re alîkarî bê kirin.(ÎLKHA)