• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em ê ‘îdên ku ji şî’arên Îslamê ne zindî bihêlin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li bajarê xwe Êlihê Cejna Qurbanê pêşwazî kir. Yapicioglu hat Mizgefta Şevket Başak a li Taxa Gapê û nimêja eydê kir. Yapiciogluyê ku li xutbeya îdê guhdarî kir paşê bi gel re pîrozbahî kir.

Yapicioglu piştî nimêja eydê daxuyanî da rojnamevanan û Cejna Qurbanê li temamê alema Îslamê pîroz kir.

Yapiciogluyê ku ji Xweda re ji ber ku ew gihandin Eyda Qurbanê  hemd û sena kir û wiha got: “Cejn şahî ye, eyd bextewarî ye, eyd hevgirtin e, eyd biratî ye, eyd parvekirin e, nêzîkbûn e, fedekarî û îbadet e û fedakirin e. Em Cejneke din a Qurbanê îdrak dikin. Hemd ji Rebbê min re be. Her çiqas li deverên cuda yên erdnîgariya ummetê êş û elem hebin jî, eyd ji me re diyariya Rebbê me ye. Me ev diyarî bi kêfxweşî qebûl kir. Ez hêvî dikim ku em ê kêfxweş bibin."

“Eyd yek ji şî’arên Îslamê ye”

Yapicioglu, diyar kir ku ew ê cejna ku di nav şîarên Îslamê de şîarek e, tevî êşên ku li erdnîgariya Îslamê tên jiyîn zindî bihêlin û wiha got: “Cejn yek ji şîarên Îslamê ye, em ê vê şîarê zindî bihêlin. Tevî êşên ku li her devera erdnîgariya ummetê tê jiyandin jî cejn tê pîrozkirin. Eyd her wisa Erefet e, Hec jî Erefet e, Erefat jî hevnaskirin û yekbûn e.Erefat di nav kesretê de wehdet e. Dema ku her kes di nav wê girseyê de wehdetê dijî, di heman demê de ji bo  dayîna hesabê ya ferdî û provaya mehşerê dijî.”

"Rebbê min wehdetê bide ummeta Îslamê"

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de bal kişand li ser yekîtî û hevgirtina ummetê û wiha got: “Rebbê min wehdetê bide ummeta Îslamê. Ez hêvî dikim ku ew di warê belawelabûna me de, parçe parçe bûna me de ji me re bibe alîkar û rê nîşanî me bide da ku ev ji vî halî xelas bibin. Xweda bike nesîbê me ku em wê telbîyeya ku hecac tînin ziman baş fam bikin û maneya wê di heyata xwe de tetbîq bikin. Eger ummeta Îslamê vê yekê fêm bike û hikmê xwe û xwe bi temamî teslîmî Xweda bike; ew ê ji vê rewşa ku îro tê de ye xelas bibe. Cejna her kesî pîroz be."

Yapicioglu daxuyanîyê ji bo ziyareta qebristanê ji camîyê derket.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir