• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Şehîd Yasîn Börü û hevalên wî li ser gorên xwe hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Börü û hevalên wî yên ku li Taxa Şêx Şamilê navçeya Bağlara Diyarbekirê dema goştê qurbanê li feqîran belav dikirin ji teref alîgirên PKKê bi şikleke hovane hatibûn şehîdkirin ku ev şehîdên Îslamê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve vê şeveqê bi merasîma ku hat lidarxistin bi rehmet hatin yadkirin

Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk di bernameya bîranînê ya ku Alîkarên Serokên Giştî û endamên Lijneya Îdareya Giştî ya HUDA PARê, malbatên şehîdan û hevaldozên şehîdan beşdarî bûn de axivî û diyar kir ku jiyan têkoşîn e û wiha got: "Tiştê ku mirov dike însan armanc û tekoşîna wî ya li vê dinyayê ye, ger armanc û meqseda mirovekî bi qîmet be, ew bi xwe jî wê bi qîmet be, mexseda şehîdên me tenê gihandina Xweda û razîbûna wî bûye, ji ber vê armanca bilind e ku Xweda şehadet daye wan. Allah di Qur'ana Kerîm de bi me dide zanîn ku armanc û hedefa me çi be."

Çelîk destnîşan kir ku divê armanc, plan û bernameyên Mislimanan ber bi bihişta ku Xweda ji bo kesên bi teqwa amade kiriye bên kirin û wiha got: "Jiyana dinyayê demkî ye. Her gorek li vir bi zimanê xwe vê yekê ji me ra diqîre. Pêwîst e ku em guh bidin fermana Xweda em di çarçoveya plan û bernameya ku wî ji bo me tayîn kiriye de jiyana xwe ya dinyayiyê birêxistin bikin û ber bi dilovanî û rehma xwe wî ve bimeşin. Pêxemberê me dibêje “Kî meylî çi bike û dilê wî bi ser çi ve be ew ê ew tişt bikeve destê wî. Ji ber vê yekê divê em qedr û qiymeta ku ji me re hatiye dayîn baş bizanibin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir