• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê peyama ‘Îda Qurbanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyama Yapicioglu weha ye:

“Qurban nêzbûn e. Îbadeta qurbanê nêzbûna him ji Xwedê re, ji eqrebeyan re û him jî ji feqîran re wesîleyek e. Lazim e ku ev wesîle neyê zayîkirin û bi heqî bê îdreqkirn û bijîn. ‘Îd bi îbadeta Hecê jî, wek kongreya bi salan ya ummetê ye. Ji bona me Misilmanan îbadeta hecê ku çiqas jî hindirê wê hatîbe valakirin, nîşana ew ê herî muhîm ya wehdet û yekîtîyê ye. Lazim e ku em vê îmkana ku bi milyaran Misilman ên ku rengên wan û zimanên wan cûda ne tên cem hev, vegerînin yekîtî û piştgirîya sîyasî, aborî û leşkerîyê.”

Yapicioglu di berdewama peyama xwe de weha îfade kir, “Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku di dema dê de ‘Îdên xwe xeyn bi îbadetên şexsî bi şeklê îdreqkirina hakimkirina heqî, edaletî, aştî û hizûrê li ser ‘erda cîhanê bike nisîb.”

Di peyama Yapicioglu de weha hat gotin, “Ji krîza ku cîhan tê de ye ew ê herî mezin ku jê tesîrdar dibin mirovên feqîr û mirovên ku îdareyan wan bi pereyeke hindik têkirin in. Em ji bona ku wan qurbanên xwe yên ku nîşana alîkarî û piştrîgirîyê ye bidin mirovên mihtac micadele bikin. Em ji wan kesên ku qîmeta wan tine û ‘Îda Remezanê bi navê ‘Îda Şekirê, ‘Îda Qurbanê jî bi navê ‘Îda Qelîyê didin wesifandin û biqîmet dikin re prîm nedin. Em ji hewaya alîkarîya ‘Îdê bi tevahî îstîfede bikin.

Ez ‘Îda Qurbanê ya hemû alema Îslamê, bi taybetê ji endamên me yên hecê ên ku ji bona îbadeta hecê çûnê wan ‘erdên mibarek pîroz dikim. Xwedayê min bila heca wan, qurbanên wan û wê îbadeta wan yê saîr qebûl bike.

Ez ji Xwedayê ku rehma wê bêdawî ye daxwaz dikim ku bila vê ‘Îda Qurbanê ji bona dawîkirina zilm û neheqîyê, xeflet û tevizandîbûnê û ji bona şîyarbûn û xelasbûna alema Îslamê û telbîyeyê jî ji me re bide fêhmkirin û jîyankirinê ji me re bike nisîb.”

“Lebbeyk Allahümme lebbeyk. Lebbeyke lâ şerîke leke lebbeyk. İnne’l-hamde venni’mete leke ve’l-mülk. Lâ şerîke lek.

Xwedayê min!

Ez bi gotin û bi tevahîya xwe cardin cardin îcabetê da’weta te bûm, ji emrê te re serê xwe tewand. Yekê ku dûribê wê li texe û hevparê te be tune ye. Rebê min! Ez bi hemû hebûna xwe berê xwe da te; hemd yê te ye, nîmet yê te ye û milk yê te ye. Yekê ku dûribê wê li texe û hevparê te be tune ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir