• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Qeyda xwendekarên dê ku dest bi dibistana seretayî û navîn bikin li gor navnîşanê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di vê çarçoveyê de ji teref Wezaretê ve e-qeyda 4 milyon û 183 hezar û 620 xwendekarî hat kirin.

Qeydên pola yekem a dibistana seretayî li gorî agahdariya navnîşana MERNIS bêyî serlêdanê hatin kirin. Ji bo xwendekarên pêşdibistanê, dê û bav divê serî li dibistanê bidin û qeydên ku ji hêla sîstem ve hatine çêkirin piştrast bikin.

Ji bo xwendekarên ku di pola 5’emîn de cih digirin, mafê "dibistana navîn, dibistana amadeyî ya îmam xatip û dibistana navîn a taybet" hat dayîn. Xwendekarên ku dibistana navîn hilbijartibûn li dibistanên ku li gorî navnîşanên wan guncav hatin bicihkirin. Di ekranên encamên e-qeydkirinê de agahî ya dê û bavên ku dixwazin qeyda xwe li dibistana navîn û dibistana taybet a îmam hatip bikin û serî li dibistanên ku dixwazin bidin hat dayîn.

Bi "e-Okul.meb.gov.tr"ê dê û bav ji sîstema portalê ya e-devlet di bin servîsa Lêpirsîna Dibistana Qeydkirina Dibistanên Seretayî ya Bi Navnîşanê (E-Qeydkirinê) der barê dibistana ku zarokên wan lê tên bicihkirin de hîn bibin.

Sala perwerdehi ya 2022-2023’yan dê 12ê Îlonê roja duşemê dest pê bike. (İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir