• DOLAR 34.65
  • EURO 36.4
  • ALTIN 2931.261
  • ...
Li Gazîantep’ê veguhastina navbajêr re zem hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku li Gazîentabê mesref zêde bûn, bûhaya veguhastina navbajêr cara sêyemîn hat zêdekirin. Seyrûsefera tam bû 6,95 TL. Hat destnîşankirin ku ev tarîfe wê ji 7ê Tîrmehê pê va derbasdar be.

Ji teref Midûriyeta Koordînasyona Navenda Veguhastinê (UKOME) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentap’ê ve, derbarê zêdekirina heqê wesayeta gel da civînek hat lidarxistin.

Di çarçoveya biryarên ku di civînê de hatin girtin de, bihayên tam ên otobus û tramvayê yên şaredariyê ji 5,20 TL bû 6,60 TL, ya  daxistî ji 4,90 TL bû  6,10 TL, ji bo xwendekaran ji 2,20 TL bû 2,90 TL.

Bihayên tam  a otobusên taybet ên bajêr ji 5,50 TL bû 6,95 TL, a daxistî ji 5,20 TL bû 6,40 TL, a xwendekaran jî ji 2,70 TL derket 3,50 TL. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir