Li Dîyarbekirê 220 donim ‘erd şewitî
Hat destnîşankirin ku li navçeya Peyasa Dîyarbekirê di 220 donim ‘erdê ku genim û ceh tê de hatibû çandin de agir derket û ji teref gundî û ekîbên îtfaîyeyê ve hat tefandin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li gundê Xuşxuşa navçeya Peyasê di nav ‘erdê ku aîdê Mehmet Emîn Aydin û Musa Aydin e de ji ber dîreka ceryanê agir derket.
Agira ku derket bi tesîra bayê di demeke kurt de belav bû û nêzê 220 donim ‘erdê ku genim û ceh hatibû çandin bû wek xelîyê.
Welatîyên ku agirê dîtin xeberê dan ekîbên îtfaîyeyê û dû re bi îmkanên xwe midehele li agirê kirin.
Ekîbên ku hatin cihê meseleyê jî midehele li agir kirin û di nav seatek de agirê tefandin.
Rêya Dîyarbekir-Rihayê jî ji ber ku alav gihîştibûn ceddeyê ji çûndin û hatina erebeyan re hat girtin.
Tehqîqata ekîbên cendermeyê hê jî berdewam dike. (ÎLKHA)