• DOLAR 32.565
  • EURO 34.959
  • ALTIN 2445.563
  • ...
Li Hîndîstanê otobûs qeza kir: 16 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin otobûsek ku 45 rêwî tê de bûn li herêma Kulluya wîlayeta Hîmaçal Pradeşê ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li gelî gêr bû.

Piştî qezayê ji cihê meseleyê re gelek ekîbên tenduristî û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 16 kes canê xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin rewşa hinek birîndaran giran e û ji zêdebûna hêjmarên mirîyan jî endîşe tê kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir