• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Pîreka esîr ya Filistînê di zindanên rejima îşxalker de rehmet kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qlûba Esîrên Filistînê, îro daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya qlûbê de hat bangkirin ku Sadîye Mataraya esîr ya 68 salî di girtîgeha Dumana sîyonîstan de şehîd bû.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku Matar ji bajaroka El-Halîlê bû ye, derheqê sedema şehadeta wê de jî tu agahîyek nehat belavkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfaderkirin ku Matara di nav esîran de ew ê herî îxîtyar e û dayîka 8 zarokan e.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, Matara di sala 2021an de bi îddîaya ji ber ku şênîyeke îşxalker êrîş li wê kirîye û ew jî li dijî vê êrîşê bi kêrê teşebbûsa çalakîyê kirîye ji teref rejima îşxalker ve hatîye esîrgirtin.

Li gorî daneyên Komîsyona Karên Hepsîyên berê û Mehkûman hatine dîyarkirin, di girtîgeha Damunê de 28 Filistînîyên pirêk hene û rewşa wan yê di tenduristîyê de û rewşên dinê ne baş in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir