• DOLAR 32.56
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2442.252
  • ...
Li Dîyarbekirê di avahîyeke 13 qatî de şewat derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şewat li Bûlwara Mahabada li navçeya Kayapinara Dîyarbekir di derveyê avahîyeke 13 qatî de derket.

Şewat di demeke kin de derveya avahîyê girt. Kesên ku şewatê dîtin xeberê ji ekîbên îtfaîye û tenduristîyê re şîyandin. Ekîbên ku hatin cihê şewatê ji bona tedbîrê mirovên ku di nav avahîyê de rûdinêştin tehlîye kirin. Şewat, bi midexeleya ekîbên îtfaîyeyê hat tefandin û di encama şewatê de 2 kes ji dûmanê tesîrdar bûn.

Hat hînbûn ku rewşa herdu birîndaran jî baş e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir