• DOLAR 32.345
  • EURO 35.131
  • ALTIN 2303.51
  • ...
Li Amerîkayê di kamyoneke terkkirî de 46 cenaze hatin dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li bajarê San Antonio yê Teksasê qewimî.

Li gorî medyaya Amerîkî, polîsên ku li ser kamyoneke terikandî lêkolîn kirin, di beşa romorka kamyonê de cenaze dîtin. Li gorî tespîtên ewil di bûyerê de 46 kes mirin, 16 kes jî hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku kesên mirine koçber in û ji ber germê yan jî tîbûnê mirine.

Hat destnîşankirin ku derbarê bûyerê de heta niha 3 kes hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye berfirehtirkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir