• DOLAR 32.375
  • EURO 35.365
  • ALTIN 2323.92
  • ...
HUDA PAR: Lazim e ji Efxanîstana ku erdhejeke mezin jîyan kirîye re alîkarî bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê erdheja ku li Efxenîstanê pêk hat û qetlîama koçberan ku Îspanya kir de nirxandinan hat kirin.

Erdheja Efxenîstanê

Di nirxandinê de weha hat gotin, “Efxenîstanê welatê bira yê ku piştî çend salên dirêj ku him bi herbê û him jî bi îşxalê micadele kirîye û niha jî bi feqirîyê re micadele dike, roja çarşemba borî erdhejeke ku di nav 20 salê dawî de ew ê herî mezin e jîyan kir. Di erdheja ku li wîlayeta Paktîkayê pêk hat de ji hezarî zêdetir mirov canê xwe ji dest dan û bi hezaran zêdetir mirov jî birîndar bûn, bi hezaran mirov jî bêmal man. Em ji wan birayên xwe yên ku rehmet kirine re ji Xwedê Teala rehmê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê daxwaz dikin. Em ji xelqê Efxan yên bira re sersaxî û tezîyeyên xwe dişînin.”

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Efxenîstana ku eş û kederên giran kişandîye, bi welatî û bi xelqîtî ku feqîr hatîye hêştin ne mimkin e ku bi îmkanên xwe ji binê encama vê erdhejê derkeve. Welatîyên ku gundên wan û malên wan xirabûne, hêvîya alîkarîya ku bighêje wan in. Alîkarîyên ku tên belavkirin jî ji ber kêmasîya ceryan, telefon û binesazîyên dinê yên ku ji ber lehîyê xira bûne him kêmasî dimîne û him jî dereng dighêje. Gerek NY, sazî û damezrînerên navneteweyî, welatên Îslamî û Tirkîyeyê ku di meseleya erdhejê de zanaye ji Efxenîstanê re ji bo midexelekirina erdhejê û ji bo alîkarîyê ji wan re alîkarî bişînin. Em bi vê wesîleyê ji xelqên xwe yên xêrxwaz re jî ji bona ku bi wesîleya sazîyên alîkarî alîkarîyê ji Efxenîstanê re bikin bang dikin.”

Li ser sînora Fas-Îspanyayê qetlîama koçberan

Di daxuyanîyê de bang li sazîyên navneteweyî jî hat kirin ku bila li hember qetlîamên rayedarên Spanî dest bi hereketê bikin û daxuyanî weha berdewam kir, “Bi sedan koçberên ku li ser bajara Melîlaya Fasê dixwestin ku derbasê Îspanyayê bibin ji wan bi dehan hatin kuştin. Sipaskirina serokwezîrê Îspanyayê li polêsên Îspanyayê ku bi dijwarî midehele li koçberan dikir û li hikumeta Fasê ya ku ew jî bi dijwarî midexele li koçberan dike, cardin jî rûyê rojavayê derheqê koçberan de derxistîye holê. Îspanya, hatina koçberan ku li welatê xwe ji cîhanê re bi navê ‘êrîşkirina li tevayîya ‘erd’ dide bazakarîkirin, fas jî di pirsgirêka koçberan de wezîfeyeke wek cendermeyê Ewrupayê digre li ser milên xwe. Pirsgirêka koçberan bi qetilkirina koçberan nayê çareserkirin, bi çareserkirina sebebên ku koçber li wê herêman hatine encax bê çareserkirin. Ev qetlîama dawî, lazimatîya çêkirina stratejîyeke navneteweyî cardin derxistîye holê. Em qetlîama koçberan ya ku Îspanya kirîye şermezar dikin; bang li sazîyên navneteweyî jî dikin ku bila li hember qetlîamên rayedarên Spanî dest bi hereketê bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir