• DOLAR 32.549
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2445.806
  • ...
Mele Beşîr Şîmşek: Dema ku em mizgeftên xwe vala bihêlin, şehîdên Susayê bînin bîra xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mele Beşîr Şîmşek di bernameyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de qala sedema hedefgirtina kafiran di dîrokê de li Mizgeftan kir û got ku gerek Misilmanan xwedî li van cihan bê derxistin.

Şîmşek di axavtina xwe de destnîşankir ku 30 sal berê 10 Misilmanên ‘ezîz ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin û dema ku li dîroka Îslamê bê nihêrtin ew ê bê dîtin ku ev Qetlîama Susayê di dîrokê de ne ya ‘ewil e, ji avakirina dinyayê heta niha zêhnîyeta kufrê û zilmê daîma vê dîmenê nîşanê me da ye û li axavtina xwe weha zêde kir, “Êrîşkirina li Qe’beyê ku ji bo armanca xirakirinê û êrîşa ku li Mizgefta Xelîl Ur-Rehman hat kirin em wek ‘eynî zêhnîyetê dibînin. Dema ku em li dîroka Komarîyê dinêrin mizgeftan hatine îşxalkirin û hatine vegerandin û bûne axur, ji îbadetê re jî hatibûn girtin. Li vê derê jî tê fêhmkirin ku zêhnîyeta kufrê yek e. Çi qas wext derbas dibe bila bibe, jîyan çi qas jî vegere kufur navegere.”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de weha got, “Dema ku em 30 sal berîya vê rojê dinhêrin van birayên me li Mizgefta Susayê hatin şehîdkirin. Gerek em êrîşkirina kifrê; ya li mizgeftan, di her firsedê de êrîşkirina li mescîdan û ehlê mescîdan dike bifikirin. Civakeke ku di navenda jîyana xwe de mizgeftê bi cih kiribe stûyê wê xelqê nayê xwarkirin, îzzeta wê nayê şikestin û wê civakê jî xeyn ji Xwedê Teala re stûyên xwe ji tu kesê re xwar nake. Ehlê kufrê ji ber ku zane mizgeftan cihê îbadetê, şîyarbûnê, rabûnê, xelasîyêye û ew fêhm kirine ku Îslam li wê derê li pîya tê sekinandin, di dîrokê de ji bona ku dînê Îslamê ji carekî de rabikin êrîşê navenda Misilmanan kirine.”

“Dema ku em neçin dersa mizgeftê, dema ku em bi cemaetî nimêj nekin şehîdên Susayê bînin bîra xwe”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de bal kişand ev êrîşa ku li van delalên mizgeftê hatîye kirin bi bêplan û bi bêprogram nehatîye kirin û weha axavtina xwe domand, “Ji ber ku ew zanin cihên ku li wê derê mizgeft hene, cihên ku li wê derê sohbet tên kirin, dersa Quranê tê dayîn, li wê cemaet hene ew ê ji wan re nebe yarmetî êrîş li mizgeftan dikirin. Em îro li cihê Susayê ya ku 30 sal berê qetlîam hat kirinin û em li vê derê ji wan qatilan re bang dikin: Hûn winda kirin, van ‘ezîzên me qezenc kirin. Hûn 10 birayên me şehîd kirin û van ‘erdên ku xwîna wan şehîdan li vê derê rijîya bû ‘erdê Îslamê. Em bi tevî jin û zilamên xwe, bi zarok û qalên xwe ji neyarên Îslamê re bang dikin û dikin qîrînî: Hûnê tu car nikaribin me ji van ‘erdan derxînin û hûnê nikaribin komînîzmê li vê derê hakim bikin.”

Şîmşek di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku gerek mizgeftên ku di hedefa kufrê de ne vala nemînin û axavtina xwe weha dawî kir, “Van birayên me yên ku şehîd bûne sozên xwe yên ku ji Xwedê Teala re dane bi cih anîtine û canên xwe ji bo de’wa Îslamê feda kirine. Em jî bi ‘eynî şeklê soza xwe bi cîh bînin xwedî li mizgeftên xwe derkevin, mizgeftên xwe terk nekin. Şehîdên Susayê şehîdên Mizgeftê ne. Em jî li taxên xwe, li kuçeyên xwe an jî li gundên xwe mizgeftên ku diçin bikin wek mizgefteke Susayê, wan mizgeftên xwe wek mizgefta Susayê bibînin û wan vala nehêlin. Valahêştina mizgeftan anjî terkirina mizgeftan bi me nakeve. Dema ku em neçin dersên mizgeftan, dema ku em bi cemaetî nimêj nekin, dema ku em beşdarê sohbetan nebin şehîdên Susayê bînin bîra xwe.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir