• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokwezîrê Srî Lankayê: Aborîya me hilweşîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ranîl Wîckremesîngheyê Serokwezîrê Srî Lankayê got, ku aborîya wan yê ku di bin deynê de bû piştî tinebûnîya xwarin, mazot û ceryanê ku bi mehan e kêm e “hilweşîyaye” û nikarin ji derve neftê jî bistînin.

Wîckremesînghe weha got, “Êdî ji tinebûnîya mazot, ceryan û xwarinê pê ve em li hember rewşeke gelek dijwar in. Aborîya me hilweşîya.”

Wîckremesînghe di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Niha 700 milyon dolar deynê Ceylon Petroleum Corporation heye. Bi encam, di dinyayê de tu welatek û tu sazîyek dilê wan tineye ku mazotê bidin me. Hetta bi peretî jî dilê wan tineye.”

Wîckremesînghe, di berdewama daxuyanîya xwe de got ku hikumet di vê rewşê de gelek dereng ma û weha li daxuyanîya we zêde kir, “Qenebî di serî de gavên hêdî kirina hilweşîna aborîyê bavêta avêtin, îro em ê di vê rewşa zehmet de rûberû nedibûn. Lê me vê firsetê winda kir. Niha em nîşanên çûndina li alîyê binî dibînin.”

Srî Lanka, bi 4 milyar dolar alîkarkirina Hîndîstanê hat alîkarkirin. Encax Wîckremesînghe got ku ev alîkarî ew ê di demê dirêj de feydeya wê tinebe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir