• DOLAR 32.314
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2279.904
  • ...
Hîva Sor a Efxenîstanê li herêma erdhejê re alîkarîyê gihaşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Erdheja ku 10 kîlometre di bin erdê de û di mezinahîya 5,9an de li Paktîkayê pêk hat li bajarên derdorê jî hat hîskirin.

Hîva Sor a Efxanî ji cihê erdhejê re bi tevî alîkarîya meddî bi acîlî 15 qemyon alîkarî jî şîyand.

Di nav alîkarîya ku Hîva Sor şîyand de; 4000 heb betanî, 800 heb çadir, 800 tiştên mitbexê, 800 branda, 1500 heb amûrên malê, bi sedan nivîn, belîf û kolîyên xwarinê hebûn. Alîkarîyên ku hatin şîyandin bi 15 qemyonên li depoyên derdorê yên aîdê Hîva Sor a Efxenîstanê hatine şîyandin. Hat destnîşankirin ki ew ê alîkarîyên ku li herêmê bên kirin berdewam bike.

Xeyn ji van alîkarîyan ji bona kesên ku ji erdhejê birîndar bûne bên rakirin nexwaşxaneyan, ji ofîsên Logar, Khost, Paktîka û Paktîayê ya Hîva Sor a Efxenîstanê jî gelek ambûlans hatin sewqkirin. Hemû personel û ekîbên tenduristîyê a Hîva Sor a Efxenîstanê li herêmê gelek micadeleyan dikin.

Hat dîyarkirin ku piştî tespîtên ku hatine kirin heta niha ji 500î zêdetir xanî, ji 1000 hebî zêdetir heywan telef bûn. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir