• DOLAR 32.294
  • EURO 34.772
  • ALTIN 2413.932
  • ...
Li Çînê di encama lehîyê de 6 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li wîlayeta Fucîanê di nav xanîyeke ku hilweşîya de 3 kes, li Herêma Otonoma Cîangşî Cuangê ji ber hezazê 2 kes, li Herêma Otonoma Mogolîstana Hindir ya li Bakurê jî kesek canê xwe ji dest dan û 3 kes jî winda ne.

Hat dîyarkirin ku ji ber lehîyê 200 hezar kes jî ji herêmên xwe yên ku dijîn hatin tehlîyekirin.

Li Çînê ji ber barîna barana demsalî lehî pêk tên û di encama wan lehîyan de jî mirov canê xwe ji dest didin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir