Li Îranê di mezinahîya 5,2yan de erdhej
Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Hurmuzgana Îranê di mezinahîya 5,2yan de erdhejek pêk hat.
Li gor agahîyan navenda erdhejê bajara Cenaha ku girêdayê wîlayeta Hurmuzgana Îranê ye hat qeydkirin û erdhej di seat 10.36an de pêk hat.
Hat ragihandin ku erdhej 8 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat û derheqê erdhejê de hê daxuyanîyek fermî jî nehat b elavkirin. (ÎLKHA)