• DOLAR 34.185
  • EURO 38.298
  • ALTIN 2899.151
  • ...
Li Enqereyê ji ber lehîyê 2 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Akyurta Enqereyê piştî barana dijwar lehî pêk hat. Ji ber lehîyê hinek xanî û dikan di bin avê de man.

Muhammet Şahînê 21 salî li navçeyê bi ceryanê, Mustafa Demîrelê 67 salîyê ku li gundê Teberikê dema ku ji lehîyê direve li ‘erdê dikeve bi ketina ‘erdê canê xwe ji dest didin.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hindir, bi tevî Îsmaîl Çatakliyê Alîkarê Wezîrê Karên Hindir hatin navçeyê û rewşê lêkolîn kirin, ji rayedaran jî agahîyan girtin.

Hat destnîşankirin ku ekîbên AFAD, ASKÎ, ÎHH, UMKE, AKUT, JAK û îtfaîye di dikan, xanî û ceddeyên ku di binê avê de mane de xebatên xwe berdewam dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir