• DOLAR 34.598
  • EURO 36.234
  • ALTIN 2999.408
  • ...
Yapicioglu: Çare budceyek beramber, nekirina deyn û zêdekirina hilberînê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Em vê sibê hatin Bidlîsê. Li Tetwanê hinek hevdîtinên me çêbû. Me li vê derê dikandarên xwe zîyaret kir, bi rîspîyan û temsîlkarên rêxistinên sîvîl re hevdîtin kir. Me daxwaz kir ku em bi çavên wan pirsgirêkên Tetwanê, Bidlîsê û welatê gohdar bikin. Ji pirsên wan re bersivan dan. Bi îzna Xwedê dema ku hevdîtinên me yên li vê derê biqede em ê derbasê bajara Muşê bibin.”

“Rojeva xelqê ekonomîye”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em welatê digerin. Yanê ez dikarim bibêjim ku di rojeva giştîyê xelqê de an jî herî kêm ji sedî 80-85 ekonomîye. Esnaf gilîdar e. Lê ew ê di nav wan kesên ku gilîdar in de ew ê herî zêde, wan kesên ku îdareyên xwe bi heqê kêmtirînê dikin, wan kesên ku karbes in û meaşên wan ên ku bellî ye ne ne. Mîsal em îro bi kalekî yê ku îdareya xwe bi heqê karbesîyê dikir re hevdîtin kir. Dibêje ku ‘Pereyê ku em distînin qîma me yê şîva nîvroyê nake’ bi taybetî jî wan kesên ku îdareyên wan bi pereyek kêm tê kirin ji ber wan fîyetên xwarinê gelek bi xirabî tesîrdar dibin. Gelek sebeba vê tiştê heye. Zêdebûna fîyetên dowîzê, di dinyayê de zêdebûna fîyetên enerjîyê, daîma qalkirina krîza xwarin û enerjîyê, hinek sebebên psîkolojîk jî dema ku em bidin li ser van tiştan fîyetên xwarinê zêde dibe. Tişteke wisaye ku di nav çend rojan de fîyet vedigerin. Ev tişt jî bi taybetî wan kesên ku pereyek hindik qezenc dikin tesîrdar dike.”

“Sîstem bi xwe krîze çêdike”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku çare budceyek beramber, nekirina deyn û zêdekirina hilberînê ye û li axavtina xwe weha zêde kir, “Ji ber ku deynê derve ewqas zêde ye, kêmasiya hesabê heye jî zêde ye, hinardekirin jî bi îthalatê ve girêdayî ye, ango bi piranî anîna berhemên nîvçêkirî û madeyên xam ji derve, dolarbûnê vedike. Mecburiyeta dayîna deynê bi qasî 190 milyar dolarî di salekê de nirxê dolar ber bi jor de dixe. Wê zêdebûn ew ê berdewam jî bike. Çareserî butçeyeke beramber, ne deynkirin û zêdekirina hilberînê ye. Ji bo zêdekirina hinardekirinê. Çare ew e ku em lingên xwe li gorî kelmêşa xwe dirêj bikin. Ger serî li van çareyan neyê dayîn, ger em dev ji yek ji rêbazên ku di vê pergala aboriya kapîtalîst de herî zêde têne bikar anîn, an jî kêmasiya fînansa ku kapîtalîzm hem ji rêveberiyên dewletê, hem ji kes û hem jî ji şîrketan dixwaze, bernedin, ez ditirsim ku em ê ji bo demeke dirêj di bin vî barê deynê de were perçiqandin û ev perçiqandina me wê bê domandin. Berpirsiyar kî be, kî aboriyê bi rê ve dibe, çawa diguhere, sîstem wiha be û derketina ji vê sîstemê ne pêkan be, dê ev pirsgirêk berdewam bin. Ji ber ku sîstem bi xwe krîzê çêdike.”

“Lazim e ku em bi acîlî giranîyê bidin li ser perwerdehîya nirxan an”

Yapicioglu di axavtina xwe de bal li ser xirabûna exlaqê ciwanan jî kişand û weha got, “Tecrîdakirina ciwanan ji nirxan an jî paşguhkirin an jî devjêberdana ji perwerdehiya nirxan, ciwanên me wisa kiriye ku em weke mezin ji keda wan şerm bikin. Lê divê ew bifikirin ku ya ku ew dikin pir xwezayî ye, ji ber ku ew xirabî û bêaqiliya ku dikin wek wêne digirin û li ser medyaya civakî parve dikin. Lê sûcdarkirina wan ciwanan di vê mijarê de belkî yek ji wan xeletiyên herî mezin e ku em dikarin bikin. Ji xwe negihîştin wê rewşê. Bi vî awayî hatine çêkirin. Hin hesabên gerdûnî hene. Mixabin, yên ku hewcedariya wan bi tedbîran heye, li ber çavan man. Ez bang li cîhana perwerdehiyê dikim, me dest bi dîtina dîmenên wiha li ser medyaya civakî kir. Divê bi lez em li ser perwerdehiya nirxan bisekinin û pêdivî ye ku em pergala xwe ya perwerdehiyê ji nû ve bi hemû aliyên xwe ve kontrol bikin, ji navê wê dest pê bikin, paqij bikin û mitleqe biguherînin.”

“Rojeva sîyasetê ku giranîyê dide li ser îttîfaqan ji Tirkîyeyê re dide windakirinê”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku gerek derîyên dîyaloga sîyasetê vekirî bimînin û weha li axavtina xwe zêde kir, “Dibe ku em yek ji wan partiyan bin ku xwedî ferehtirîn aliyên siyasî ne. Em dem bi dem him bi partiya îqtîdar AK Partiyê û him jî bi partiyên muxalefetê re hevdîtin dikin. Em gelek caran tekez dikin ku. Divê deriyên diyalogê di navbera aliyên siyasî de vekirî bin. Dema ji me pirsa tifaqan tê kirin em dibêjin ji hilbijartinan re salek maye. Bi rastî, ji ber ku belkî salek berê, ango ji 2 salan zêdetir ji hilbijartinan re maye, rojeva siyasî ya li ser tifaqan, Tirkiyeyê winda dike.”

Yapicioglu axavtina xwe weha domand, “Ez naxwazim wêneyekî reşbîn bikim, lê me berê jî ev yek gotibû. Belê, di bihayê kelûpelên çandiniyê de zêdebûnek pir cidî heye. Ne tenê mazot, gubre, derman, tov, fîyetê wan jî zêde bûne. Mesrefên karkeran, kirêya erdan zêde bûn. Her cotkar erda xwe cot nake, hinek erd kirê dikin. Zêdebûna fîyetê van kelûpelan divê cotkar netirsîne. Jixwe zêdebûneke ne asayî di fîyeta xwarinê de heye. Heger cotkar zeviya xwe vala bihêle ez nikarim mesrefa xwe bigirim, eger hinek ji zeviyên wî ji tirsa windabûnê vala bimîne ez ditirsim ku fîyet zêdetir zêde bibe. Ji destpêka pandemiyê vir ve zêdetirî du sal in ku em balê dikişînin ser vê. Em dibêjin ku xurek sektorek pir stratejîk e. Divê Tirkiye di sektora xwarinê de xwe têra xwe bike.

Di dawîya axavtinê de jî Yapicioglu ji pirsên bi HDPê re îttîfaq dibe ku bibe? Eger ku nebe çima? Re bersivan da û weha got, “Niha ev îttîfaqî wisa xuya dike ku ne mimkin e. Çima mimkin xuya nake? Çîmkî li gorî mîn îradeyek HDPê yê ku aîdê wê hebe tuneye. Îradeyê wê ne di destê wê de ye. îradeyê wê li ciheke dinê ye. Dema ku ewakî be em herhal em jî ji wan cihên ku îradeyê wan di destê wan de ne re bi partîyê sîyasî biçin bi wan re xeberdin, ji wan re derheqê îttîfaqtîyê de xeberdin ku ew ê îttîfaqekek çawa çêbibe an jî çênebe xeber bidin tiştek ewakî çênabe. Dema ku ewakî dibe hûn jî ew ê fêhm bikin ku di nav van şertan de îttîfaqkirina bi HDPê re mimkin nîne” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir