• DOLAR 32.218
  • EURO 35.282
  • ALTIN 2471.224
  • ...
Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê,li Bidlîsê bi temsîlkarên rêxistin û rîspîyan re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku ji bo zîyaretan hat Bidlîsê, li otêlek di bernameya ku ji teref serokatîya bajar yê partîya wî ve hatîye tertîpkirin de, bi temsîlkarên rêxistinan û rîspîyan re hatin cem hev û bi wan re axavtin kir.

Zekerîya Yapicioglu di axavtina xwe de destnîşankir ku ew ji bo bi destê ‘ewil pirsgirêkên bajêr û herêmê gohdar bikin hatine Bidlîsê.

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Di hatina me ya li vê derê de û di vê civînê de çend armancên me heye. Ew ê herî ‘ewil ew ê ku em pêşî hevdû nasbikin, ku hebe pirsgirêkên û çareserîyên van pirsgirêkan ya bajêr û herêmê li ser zimanên we gohdar bikin.”

Di berdewama axavtina xwe de Yapicioglu weha got, “Elbet gelek pirsgirêkên memleketê hene. Derheqê van pirsgirêkan de ji bo çareserîyê pêşniyazên cuda jî hene. Em ji bona ku tecrûbeyên wan birayên xwe yên ku di nav memeleketê de ne, di nav xelqê de ne, ji bona ku wan gohdar bikin; bi hinekan bi temsîlkarên rêxistinên sîvîl, hinekan ji ber ku di demeke dirêj di nav memleketê de ne de,  di nav zelqê de tîcaretên dikin an jî bi dikandarîyê eleqeder dibin re sûd bikin.”

Yapicioylu di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir wezîfeyên ku li ser wan dikeve û ji bona ku wan wezîfeyan tiştên ku ji destê wan tê ew ê bikin.

Di dawîya axavtina Yapicioglu de civîn ji çapemenîyê re girtî hat kirin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir