Mînîbûs li şerempolê qelibî: 17 birîndar
Hat destnîşankirin ku li Qocaelîyê mînîbûsek li şerempolê qelibî, di encama qezayê de 17 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsê ku di bin şofêrtîyê E.E de bû li navçeya Karamursela Qocaelîyê li şerempolê qelibî.
Di encama qezayê de 17 kes birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku ji cihê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin û kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)