• DOLAR 32.449
  • EURO 34.786
  • ALTIN 2442.924
  • ...
Li Hîndîstanê êrîş li Misilmanên ku ji bona Hezretî Muhammed kom bûne hat kirin: 2 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Misilmanan doh piştî heqeretkirina Berdevkê partîya BJPê yê ku di îqtîdarê de ye û Naveen Kumar Jîndalê Serokê Medya yê Delhîya Nû ku ji Hezretî Muhammed kirin re di piştî nimêja Înê derketin qadan.

Polês û çeteyên Hîndîstanê, di çalakîyên giştî yê ku li gelek bajaran hat tertîpkirin de êrîş li Misilmanan kirin.

Polês li bajara Ranchîyê bi çekan êrîş li Misilmanên ku çalakîyan dikirin kir, di encam wê êrîşê de herî kêm 2 Misilman şehîd bûn, gelek Misilman jî birîndar bûn. Çeteyên Hîndu jî êrîş li Misilmanan kirin gelek Misilmanan jî derb kirin.

Hat daxuyandin Misilmanên ku şehîd bûne navê wan Îslamnagar Mudassîr û Chrîstîa Nagar Sahîlî ye.

Hat destnîşankirin ku şehîd Îslamnagar Mudassîr zarokekî 15 salî bûye û piştî nimêja Înê beşdarê çalakîya ku ji bona heqaret li Hezretî Muhammed hat kirin hat tertîpkirin bûbû, pêşî ji teref çeteyên Hînduyan ve hat ricimandin, dûre jî di encama êrîşa polês de ku bi çekan êrîş kirîye şehîd bû.

Hat îfadekirin ku Chrîstîa Nagar Sahîlî jî di encama êrîşa polês de birîndar bûye û dû re şehîd ketîye.

Xeyn ji van şehîdan li çend heremên Uttar Pradeshê jî herî kêm 109 Misilman, ji ber ku beşdarê çalakîya ji bona ku heqaret ji Hezretî Muhammed re hatîye kirin hat tetrîpkirin bûne ji teref polêsan ve hatin binçavkirin.

Êrîşên polêsê Hîndîstanê yê ku li Misilmanan kir xuyangên qemerayê bûn

Êrîşên polêsên Hîndîstanê xuyangên qemerayên mirovan bû. Di xuyangan de hat dîtin ku polêsek bi keleşkofê, yê dinê bi demençeyê êrîşî Misilmanên ku beşdarê çalakîyê bûn dike.

Di xuyaneke dinê de jî tê dîtin ku polêsekê Hîndî ciwanekî Misilman qefaltîye û bi copan wî derb dike.

Misilmanan jî daxwaz dikin ku bila mesulên vê îşê eşkere bibin û bila li hember hiqûqê hesabê bidin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir