• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yapicioglu: Erdogan dibêje 'Meseleya Kurd tune ye.' Lê bi ya me heye û divê bê çareserkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî civîna ku hat kirin re endamekî çapemenîyê ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu  derheqê hevdîtina ku wî bi Erdogan re kiribû de û derheqê çareserkirina meseleya Kurd û tifaqa bi HDPê re de pirsek kir ku Yapicioglu pirsa rojnamevan wisa bersivand:

“Erdogan dibêje ‘Meseleya Kurd tune ye’ Lê belê di vê mijarê de em wek wî nafikirin.  Lewra meseleya Kurd heye û divê bê çareserkirin”

Bi rastî jî heta niha ez qet bêhêvî nebûm û dê nebim jî. Roja ku hêvîya me xelas bû zanibin ku em jî xelas bûne. Em ne ji wan kesan in ku ew li Diyarbekirê tiştekî dibêjin û radibin li Îzmîr û Enqereyê tiştekî cudatir dibêjin.  Em fikr û ramanên xwe li her derî bi şikleke aşkere dibêjin.  Dîsa em fikr û ramanên xwe di wan hevdîtinên ku bi partîyên siyasî re dikin de jî parve dikin. Di wê hevdîtina ku me bi Erdogan re kir de jî derheqê meseleya Kurd de nêrîn û fikra xwe anî zimên. Weke ku hûn jî dizanin ew bi xwe dibêje ku ‘Meseleya Kurd tune ye.’ Lê belê di vê mijarê de em wek wî nafikirin.  Lewra meseleya Kurd heye û divê bê çareserkirin. Kî dibe bila bibe em derheqê vê mijarê de fikr û ramana xwe tînin zimên.

Çawa ku min di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir em tu carî bêhêvî nebûn û dê nebin jî. Ev mesele wisa berdewam nake, muheqqeq ew ê rojekê bê çareserkirin. Lê belê ev mesele xwe bi xwe nayê çareserkirin. Ji bo çareserîya vê meseleyê divê gav bê avêtin.Bi ya me hemû kesên ku vê meseleyê wek problem dibînin û hemû kesên ku dixwazin ev mesele bê çareserkirin di çarçoveyeke meşrû de werin ba hev û ji bo çareserkirina vê meseleyê hewl bidin.  Em hêvî dikin ku ew ê ev mesele rojekê çareser bibe.

Bi ya min HDP ne xwedî îrade ye. Ji ber vê yekê ez bawer dikim kîjan partî ji bo tifaqê bi HDPê rûne ew ê emrê wê tifaqê zêde dirêj berdewam neke.  Ew kesên ku di hilbijartinên 2018an de bi wan re hereket kirin û bi wan re rûniştin dîtin di heftîyekê de helwesta HDPê çawa hat guhartin. Ji ber vê yekê ez ne bawer im bi HDPê re tifaq bê kirin. Bi gotineke din ji ber ku HDP ne xwedî îrade ye û îradeya wî ne di destê wî de ye tifaqa pêre ne mimkûn e. Lê belê dibe ku bi wan partîyên din re bê kirin. Ji xwe em ê wan partîyên din ziyaret bikin.”

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek jî di civînê de derbarê mijarê de destnîşan kir, çareserkirina meseleya Kurd divê bi meseleya hilbijartinan ve neyê girêdan û Kurd di xalên hevpar de werin ba hev.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir