• DOLAR 32.795
  • EURO 35.378
  • ALTIN 2452.36
  • ...
Yaşasin: Sebeba êrîşên li ser pêxemberê me û pîrozên me belavbûna Îslamê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sûat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê ITTIHADUL ULEMAyê derheqê êrîşên ku li Îslam, pêxember û nirxên Îslamî tên kirin de axivî û weha destnîşan kir ku bi taybetî bû 10 salê dawîn li serî li Fransayê heqaret li Îslamê, Pêxemberê me û nirxên Îslamî tên kirin, vê carê jî ev êrîşan li Hîndîstanê hat kirin û derheqê wê êrîşê de axivî.

“Sebeba êrîşkirina wan ji ber naskirina Îslamê ya xelqê ye û bûyîna Misilmanîyê ye”

Yaşasin di axavtina xwe de ragihand ku micadeleya heq û batilê ya Îslamê ji Hezretî Adem heta niha hatîye û berdewam dike, “Di hinek deman de mirov dibîne ku êrîş zêde dibin. Sebeba êrîşên zêde ya ku di nav 10 salên dawîn de pêk hatine, bi tênê beşdarbûna Îslamê ya mirovan û bi tevî vê beşdarbûnê fêhmkirina azadîya xwe û bi kar anîna îradeya wan e. Ji ber vê yekê Îslam û Misilmanan di navenda vê tiştê de ne. Ji ber ku xweyn ji Îslam û Misilmanan kesek û dînek nemaye ku bidestbixin bi îsrarî li ser Misilmana tênê.”

“Ew ê ku bi me dikeve zêde jîyankirina sinneta Îslam û Pêxemberê me ye”

Yaşasin di dawîya axavtina xwe de weha got, “Di vê demê de mixabin xeyn ji rêbaza ku li Ewrupa li serî li Fransayê tê kirin li rojhilatê jî bi tevî Çînê li Hîndîstan navendî jî em van êrîşan dibînin. Hîndîstan, ji polîtîkayên xwe re kuştina Misilmanan jî îlawe kir, ev îlawekirina ji polîtîkayên wehşî re nîşan dide ku Hîndîstan, li hember pirsgirêkek gelek mezin de ye. Îslam mezin dibe, mirovan beşdarê Îslamê dibin. Ji ber ku hebûna Îslam û Misilmanan tê me’neya xwedîderketina azadîyên mirovan, serhildana wan kesên ku tehdayîyê dibînin, ji ber vê yekê em hêvî dikin ku tiştên ewakî bila zêde bibin. Ev ê ku bi me dikeve jî ne nîşandayîna nerazîbûnîyê ye,  jîyankirina sinneta Îslam û pêxember e, qalkirina Îslam û pêxember e û ji bona ku bireveberîyên welatên van êrîşan qebûl nekin li ser wan polîtîkayên ku wan dest bi hereketê bidin kirin nîşan bidin û tewreke ewakî bê nîşandan e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir