• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Li Îranî di avahîyek de teqîn: 2 mirî û 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Îranê hatine bidestxistin, li herêma Nosuda ku girêdayê bajara Paveha wîlayeta Kîrmaşanê di avahîyeke 3 qat de ji ber çizirîna xazê teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de avahî hilweşîya, bi xeberdayîna mirovan ji cihê teqînê re ekîbên tenduristî û lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama xebatan de cesedê 2 kesan hat bidestxistin û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku kesên birîndar bi helîkoptera ambûlansê hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir