Mînîbûsa ku xwendekar tê de bûn li qemyonê qelibî: 16 birîndar
Hat destnîşankirin li Bîlecîkê mînîbûsek ku xwendekar tê de bûn li qemyonek qelibî, di encama qezayê de 16 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li navçeya Bozuyuka Bîlecikê mînîbûseke rêwî yê ku diçû Bûrsayê, li qemyona ku di pêşîya wî de diçû qelibî.
Di encama qezayê de 16 kesên ku di mînîbûsê de bûn birîndar bûn.
Hat ragihandin ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)