• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Mele Muhammed Bîlgîn: Qurban, ji bona ku civak hevdû bigre îbadetek e baş e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Muhammed Bîlgîn ji ber nêzîkbûna ‘Îda Qurbanê derheqê girîngiya îbadetên qurbanê de nirxandinan kir û diyar kir ku qurban ne sinetek e ku meriv biçûk bihesibîne, lê sinetek e ku divê bê guhdan û neyê terikandin û îbadetek pir bi fezîlet e.

"Fermana jêkirina qurbankirinê ji bona meşrûbûna qurbanê bi ayetî delîl e"

Bîlgîn, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku Xwedê Teala ferman daye Hz Îbrahîm ku kurê xwe Îsmaîl serjê bike û ew li axavtina xwe weha domand, “Dema ku Hz. Îbrahîm wê emrê bi cih anît û îteatê kir, Xwedê Teala ji wî re dêla Hezretî Îsmaîl ku serjêbike beranek şîyand. Bi vî awayî ev sinet dest pê kirîye. Pêxemberê me bi xwe ev sunnet îhye kirîye û şîret li ummeta xwe kiriye. Fermana “qurbanê” ya ku di ayeta sûreya Kevser de derbas dibe, ji bona meşrûbûna qurbanê bi ayetî delîl e. derheqê vê meseleyê de gelek hedîs jî hene. Di hedîsekê de wiha hatiye emrkirin: “Yên ku rewşa wan a meddî baş e û heywanekî qurban nakin bila neyên mizgeftên me”. Alim û îmamên mezhebê gotine ku qurban ferz e. Mezheb û alimên ku nêrîna Îmam Şafiî qebûl kirine, ji ayet û hedîsan fehm kirine ku qurban ne ferz e, wacib tenê ya pêxemberê me ye û ji bo umetê sunnet e.”

“Em Hz Îbrahîm di warê îbadet û kirinê de ji xwe re mîsal digirin.”

Bîlgîn di berdewama axavtina xwe de weha diyar kir ku Îmam Şafiî dibêje kir ku qurban ne ferz e, sinet e û ew weha berdewam kir, “Bi taybetî jî gotin ku ev sinetkirineke pir bi fezîlet e, ne sineteke ku were biçûkkirin, lê sineteke ku divê girîng bê dîtin û neyê terikandin e."

“Di ‘Îdê de dayîna qurbanê ya ji bona feqîran parvekirineke civakî ye”

Bîlgîn di dawîya axavtina xwe de weha got, “Dewlemend dikarin her roj goşt bixwin, lê feqîr tenê di ’îdê de dikarin goşt bixwin û ev yek li dijî biratiya Îslamê ye. Veguheztina qurbanê ji bo feqîran parvekirinek civakî ye. Xurtkirina biratiyê ji bo girêdana civakê îbadeteke baş e. Di nav civakê de dewlemend û feqîr ji hev fêm bikin û dewlemend jî di vê roja girîng de alîkariya feqîran bikin, ji aliyekê ve li pey Hz. Birahîm bin jî pir bi feyde û girîng e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir