• DOLAR 32.56
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2440.267
  • ...
Piştî 2 salan qefîleya namzedên hecîyan ya ‘ewil gihaşt Erebîstana Siûdî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îbadeta hecê ya ku ji ber sebeba pandemîyê bû du sal e hatibû qedexekirin, îsal bi tevî hinek tedbîran ew ê bê kirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Imre û Hec ya Erebîstana Siûdî hat destnîşankirin ku qefîleya namzeda hecîyan ya ‘ewil ku ji Endonezyayê birê ketibûn gihaştin Medîneyê. Ew ê di rojên pêşî de jî biçin Mekkeyê.

Wezaret, daxuyand ku piştî Endonezyayê, ew ê namzedên hecîyên Malezya û Hîndîstanê jî werin.

Serokatîya Karên Dîyanet ya Tirkîye jî daxuyandibû ku, ji Tirkîyeyê jî ew ê îsal 37 hezar û 770 kes ji bona îbadeta hecê biçin Erebîstana Siûdî.

Ji Tirkîyeyê ew ê qefîleya ‘ewil di 7ê Hezîranê de qefîleya dawîn jî di 5ê Tirmehê de birê bikeve.

Vegerandina ji hecê jî ew ê di 14ê Tirmehê de dest pê bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir