• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Rejima îşxalker ji qirara lêkirina 820 xanîyên ji bona cihûyîyan re tesdîq da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di sîteya înterneta şaredarîya qudsê ya rejima îşxalker de hat destnîşankirin ku ew ê proje bi du qedemeyan bê tertîpkirin.

Li gorî vê projeyê ew ê di qedemeya yekem de li derdorê Îstasyona Tirêna Osmanîyê 130 xanî bê lêkirin. Ew ê di qedemeya duyemîn de jî di çarçoveya betalkirina xeta ku Quds û Şerîaya Rojava ji hevdu diqetîne bi parelelê Xeta Şîn (El-Velîce -  El Kamun)ê 490 xanî bên lêkirin. Bi vê şeklê ew ê cihên cihûyîyan zêde bibe.

Bal hat kişandin ku şaredarîya rejima îşxalker Îstasyona Tirêna Osmanîyê ya ku li ser rêya tirêna Yafa-Qudsê ye bi piranî xira kirîye û cihê dinê jî ew ê bike xanîyên cihûyan.

Hat destnîşankirin ku ev projeya lêkirina 820 xanîyan armanca zêdekirina hebûna cihûyîyan û rakirina Xeta Şînê ye.

HAMAS jî ji qebûlkirina rejima îşxalker ji vê projeyê re bertek nîşan da. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir